Şêniyên Til Hemîsê: QSD garantora aramî û ewlehiya li herêmê ye

Şêniyên Til Hemîsê piştgiriya xwe ya ji QSD’ê re nîşan da û diyar kir ku ew hêza tekane ye ku dikare ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze.

Şêniyên Til Hemîsê: QSD garantora aramî û ewlehiya li herêmê ye
5 mijdar, 2025   11:28
QAMIŞLO

Di pîrozbahiyekê de ku duh li bajarê Til Hemîsê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hate lidarxistin, şêniyên bajêr ji ajansa me re axivîn.

Neserdîn El Berho got: "Parastin ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet di şert û mercên heyî de, pêdivîyeke girîng e.”

El Berho da zanîn ku QSD`ê hîmê pêkanîna ewlehî û aştiyê ye û bang li gelên herêmê kir ku "li kêleka QSD’ê bin da ku Sûriyeyeke yekgirtî ava bikin ku mafên hemû pêkhateyên wê misoger bike.”

Efraa Ebbas diyar kir ku hebûna QSD'ê "ji bo parastina gel pir girîng e" û got: "Di bin siya parastina wan de, em di ewlehî û aramiyê de dijîn. Ew erdê û civakê diparêzin ku ev yek giyanê hevgirtin û hevkariya di navbera gel û QSD`ê de xurt dike."

Ebdulselam El Casim destnîşan kir ku parastin divê bibe erka hemû şênî, sazî, eşîr û hêzên leşkerî û got: "Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, prensîba Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî parastina destkeftiyan û parastina civakê bû."

El Casim bal kişand ser rola girîng a QSD`ê ya di şerê li dijî terorîzmê û pêkanîna ewlehiyê piştî têkçûna DAIŞ`ê de û da zanîn ku di qonaxa heyî de "ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb û Suryan tê xwestin ku bibin yek û mil bi mil li pişt QSD'ê bisekinin, piştgirî bidin hewldanên wê yên ji bo parastina axê û parastina destkeftiyên ku bi dayîna bedelên mezin hatine bidestxistin.”

(k)