Rojnameyên erebî der barê şerên li Xeza û Sûdanê de nivîsî

Rojnameyên erebî diyar kir ku trajediyên mirovî yên di şerên dawîn ên li Xeza û Sûdanê de, bûne nîşaneyên berbiçav ên têkçûna nirxên exlaqî.

Rojnameyên erebî der barê şerên li Xeza û Sûdanê de nivîsî
5 mijdar, 2025   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser rewşên li Xeza û Sûdanê nivîsî û xalên hevpar ên her du şeran destnîşan kirin.

‘SÛDAN; KUŞTINA MIROVAHIYA MIROVAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat şerê li Xezayê û şerê navxweyî yê li Sûdanê şîrove kirin. Rojnameyê da zanîn ku xaleke hevpar a her du şeran heye; "kuştina mirovahiya mirovan", tevî ku sedem û aktorên wan ji hev cuda ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku bala cîhanê û medyayê di hefteya dawîn de ji şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê ber bi pevçûna navxweyî ya li Sûdanê ve çû, lê da zanîn ku her du şer jî nîşaneyên kiryarên hovane yên wekî kuştin, birçîkirin û koçberkirinê ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku trajediyên mirovî yên li Sûdan û Xezayê hejmar û statîstîk derbas kirine û veguherîne krîzeke exlaqî ya kûr di cîhana hemdem de ku sûc li dijî sivîlan têne kirin, çi ji hêla hêzeke dagirker a li Xezayê yan jî bi destê sûdaniyan li dijî zarokên heman welatî.

‘RÊVEBERIYA XEZAYÊ DÊ DI DESTÊ GELÊ FILISTÎNÊ DE BE’

Rojnameya El Xelîc li ser Kongreya Stenbolê nivîsî ku bi beşdariya 7 welatên misilman (Îmarat, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdun, Pakistan û Endonezya) ji bo gotûbêjkirina siberoja Xezayê piştî agirbestê hate lidarxistin. Kongreyê nepejirand ku tu hêzên derve Xezayê bi rê ve bibin û diyar kir ku divê rêveberî bi tenê di destê gelê Filistînê de be.

Rojnameyê hişyarî da ku qonaxa din a şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê dikare bi awayekî xeternaktir û xapînoktir be û bi projeyên wekî "konseya aştiyê" yan "rêveberiyeke veguhêz a navneteweyî" dikare di bin navê rizgarkirinê de bibe sedema dubarekirina çewisandinê.

(k)