'Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî cîhanê ye'

Jinên ji Heleb û Efrînê li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdulah Ocalan helwesta xwe anî ziman û diyar kir ku banga Rêber Apo şer red dike û ji bo çareseriya siyasî ye. Jinan destnîşan kir ku bang ji bo tevahî cîhanê ye, lê hîn jî dewleta Tirk bi israr li ser xeta xwe ya berê ye.

'Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî cîhanê ye'
5 îlon, 2025   06:20
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û yên ji Efrînê diyar kir ew deynadrên Rêber Abdulah Ocalan ê ku ji bo azadiya jinan û civakan tekoşînek mezin daye, ne.  Jinan destnîşan kir ku Rêber Abdulah Ocalan bûye sembola aştiyê û dengê gelên bindest.

Jina bi navê Selwa Hemîdî di vê warî de got: "Rêber Abdulah Ocalan sembola aştiyê ye. Tenê ew dikare aştiyê di nava civakan de zindî bike. Pirtûka Rêbertî ya dawî bi sernavê 'Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk' û banga wî ya domdar ji bo aştiyê û zindîkirina têkiliyên dîrokî ya li şûna şer, vê yekê nîşan dide."

Selwa di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku Rêber Abdulah Ocalan siyaset û çanda dan û standinê li şûna şer tercîh dike û wiha dom kir: "Bi pêvajoya daye destpêkirin re qonaxa şer veguheriye qonaxa qanûn û siyaseta rast. Partiya xwe ya ava kiriye, fesix kir. Ev gav ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê belê ji bo tevahî civakan e."

Selwa di dawiya axaftina xwe de got: "Pêşkêşkirina pirojeyek anternatîf li şûna sîstema kapîtalîzmê ya heyî di cîhanê de, gaveke gerdûnî ye. Sîstema kapîtalizmê cîhan di nava pirsgirêkan de xeniqandiye, sîstema neteweya demokratîk rêya çareseriyê ye û mafê hemû gel û neteweyan diparêze."

Jina bi navê Rûksana Mihemed têkildarî mijarê axivî û got: "Rêber Abdulah Ocalan baldariyek mezin da doza jinan. Azadiya jinan wekî doza herî girîng derxist pêş. Çareseriya dozên jinan bi avakirina civaka demokratîk a weheviya zayendî diparêze, pênase kir. Rêbertî di nirxandinên xwe de dibêje yekem şer di dîroka mirovahiyê de li ser essê zeyendî pêk hatiye."

Rûksana di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ji bo bi destxistina mafan bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan ve girêdayî ye û wiha dom kir: "Rêbertî rêya me ronî kir. Azadiya me pêk anî, niha erka me ye em li gorî bîrdoziya daniye xwe bi rêxistin bikin û tev bigerin. Di heman demê de erka me ye em ji bo azadiya wî têkoşînê mezin bikin."

Jina bi navê Cînan Omer jî li ser mijarê ev axaftin kir: "Rêber Apo hîn di girtîgeha Îmralî de ye. Rewşa girtîgehê hîn nehatiye guhertin. Heger dewleta Tirk rast dixwaze aştiyê pêk bîne, divê di serî de Rêber Apo serbest berde. Divê em jin jî layîqî fikrê Rêbertiya xwe bin. Em deyndarê Rêbertiya xwe ne. Em ê heta dawî ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

(dc)

ANHA