Şêniyên Tebqayê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin

Şêniyên kantona Tebqayê 4 şervanên QSD'ê yên ku li gundewarê Dêrazorê di encama êrişa çekdarên hikumeta Şamê de şehîd bûbûn oxir kirin. Şêniyan soz dan ku li hember hewldanên têkbirina destkeftiyên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin.

12 sibat 2024   20:12
TEBQA

Şêniyên kantona Tebqayê cenazeyên 4 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li goristana şehîdan a Tebqayê oxir kirin. Şehîd ev in: Ebdullah Mûsa, Wedî Beşîr El Fethî, Hewaş Cemîl El Casim û Xalid Mihemed El Merî.

QSD'ê ragihandibû ku ew şehîd di êrişeke tirsonek a çeteyên rejîma Sûriyeyê de li Dêrazorê şehîd bûne.

Di merasîmê de bi sedab şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, rûspiyên eşîran, tevgerên jin û ciwanan û Partiya Sûriyeya Pêşerojê beşdar bûn.

Karwanê wesayîtan ji pêşiya nexweşxaneya Niştîmanî ber bi goristana şehîdan ve bi rê ket.

Di serî de toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat pêşkêşkirin.

Piştre endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Îmad El Ferhan destnîşan kir ku hêzên wan ên leşkerî dê li hember van kiryaran bêdeng nemînin û ew ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin.

El Ferhan têkoşîna hêzên leşkerî ya li hember dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û çekdarên girêdayî hikumeta Şamê silav kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Omer teqezî bi xwedîderketina li mîrasa şehîdan da û diyar kir ku ew ê ji bo parastina destkeftiyan li kêleka hêzên leşkerî.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên 4 şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" hatin oxirkirin.

(mh)

 ANHA