Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Xelef spart axê

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şehîd Ehmed Xalid Xelef li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê spart axê.

17 sibat, 2025   15:37
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê girêdayî kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Xalid Xelef (Yasir) ku di 14’ê Sibatê de li gundewarên Dêrazorê di encama krîza dil de şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê spart axê.

Di merasîma oxirkirinê de nûnerên sazî û rêveberiyên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, malbatên şehîdan û şêniyên bajêr amade bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necwa El Salih di merasîmê de axivî û bal kişand ser rola şehîd û fedakariya wî û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Şehîd canê xwe feda kir û heta kêliya dawî li ser şopa şehîdan bû.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Şiyar Şedadê jî axivî û bal kişand ser girîngiya berdewamkirina têkoşînê û wiha got: "Dema ku em şehîdekî didin, em nêzî serketinê dibin, ji ber ku ew in ên ku rûmet û xaka me diparêzin.”

Piştî xwendina belgenameya şehîd, cenazeyê wî bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(k)