Şêniyên Şedadê li dijî êrişên dagirkeriyê piştgirî da QSDˋê

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ew êriş kina dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê nîşan didin.

Şêniyên Şedadê li dijî êrişên dagirkeriyê piştgirî da QSDˋê
12 mijdar, 2024   05:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 23 heta 27ˋê Cotmehê de binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran û bombebaran kirin. Di encamê de bi dehan kargeh û stasyon ji kar derketin, 18 welatî şehîd bûn û zêdetirî 65’an birîndar bûn.

Der barê wê de, şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê nerazîbûna xwe li hemberî êrişan nîşan da.

Welatî Dîma El Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişan, şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn sazî, kargeh û stasyon, hedef girtin.”

Welatî Rîm El Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov û şer li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kina wê li dijî gelên herêmê nîşan didin û got: “Bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişan bi fikar e. Dewleta Tirk a dagirker ji vê bêdengiyê sûdê werdigire û êrişên xwe giran bike.”

Welatiyê bi navê Hesen Feyad êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina binesaziya wê şermezar kirin û got: “Dagirkeriya Tirk armanca xwe yên leşkerî pêk neanîn, li hember vîna gelên herêmê têk çû."

Şêniyên Şedadê ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan da.

(mh/fr)

 ANHA