Peyamên serokên Ereban di Lûtkeya Riyadê de

Di lûtkeya li Riyadê de serokên dewletên Ereb û îslamî êrişên Îsraîlê li dijî Xeza û Lubnanê red kirin.

Peyamên serokên Ereban di Lûtkeya Riyadê de
11 mijdar, 2024   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtketa Riyadê ya li paytexta Siûdiyê bi beşdariya 50 dewletên Ereb û îslamî dewam dike.

Mîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman axaftina destpêkê kir û li şûna şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz bixêrhatina beşdaran kir.

Her wiha Bin Selman diyar kir ku lûtke di gel dewama êrişên Îsraîlê li dijî Filîstiyan tê lidarxistin û got Siûdî êrîşên li dijî Xezayê red dike, her wiha kêmkirina rola desthilata Filistînê jî red dike.

Bin Selman anî ziman ku ew li kêlek birayên xwe yên li Filistîn û Lubnanê ne, binpêkirina serweriya Lubnanê û êrişên li dijî xaka Îranê red dikin û teqeziyê bi pêwîstiya pêkanîna dewleta Filistînê dikin.

Cîgirê serokê Îranê Mihemed Arif diyar kir ku pêwîstî bi pêkanîna agirbestê li Xeza û Lubnanê heye, her wiha bang li civata navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina şerê li Xeza û Lubnanê helwesteke cidî nîşan bide.

Beşar Esed jî di axaftina xwe de diyar kir ku divê ev lûtke destpêkê girîngiyê bidin rawestandina komkujî, qirkirin û kuştinên li Filistîn û Lubnanê

Esed diyar kir ku Îsraîl ne dewleteke qanûnî ye, Îsraîlê hebûneke mêtingerî ye.

Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistîn û Lubnanê red kirin û diyar kir ku ev rewş metirsiyê dide seranserî cîhanê.

Sîsî nerazîbûna xwe li hemberî planên li dijî doza Filistînê nexasim planên koçberkirina niştecihên resen, nîşan da.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî jî di axaftina xwe de diyar kir ku Lubnan di krîzeke pir dijwar re derbas dibe û got: "Îsraîl bi êrişên xwe yên li dijî Lubnanê peymanên Cinêvê bin pê dike. Zirarên ji ber êrişên Îsraîlê çêbûne 5 milyar û milyonek dolar derbas kir û zêdetirî milyonek û 200 hezar welatî koçber bûn.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî axivî û diyar kir ku şerê qirkirinê yê Îsraîlê li dijî Filistînê ji salekê ve bê rawestan didome. Ebas banga pêkanîna biryara 2735 ya Konseya Ewlekariyê û astengkirina endamtiya Îsraîlê di NY'ê de, kir.

Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî diyar kir ku pêwist e şerên li herêmê nexasim êrişên Îsraîlê li dijî Xezayê werin rawestandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja duşemê (îro) Lûtkeya Erebî û îslamî li Riyadê dest pê kir.

(mh/fr)