Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê

Bi dehan şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.

Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê
Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê
Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê
Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê
Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê
Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê
Şêniyên Reqa û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê
22 sibat, 2025   14:27
REQA

Îro sibê karwaneke şêniyên Reqa û Tebqa ji bo tevlî çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina bendavê bibin ber bi bendavê ve ketin rê.

Bi dehan jin, ciwan, kal, hunermend û rewşenbîran li çerxerêya Firûsiyê ya rojavayê bajarê Reqayê kom bûn û ber bi bendavê ve ketin rê.

Tê payin ku şêniyên kantona Tebqayê li kampa Mehmûdlî ya gundewarê rojhilatê kantona Tebqayê tevlî karwanê şêniyên kantonaReqa bibe.

Ji 8’ê Çileyê ve çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bendavê çalakî û berxwedana parastinê dikin.

(k)

TEBQA