Şêniyên Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD`ê meşiyan

Înîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD`ê meşek girseyî li dar xist.

21 cotmeh, 2025   19:00
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), meşeke organîze kir.

Pêkhateyên bajarê Qamişloyê, tevgerên jin û ciwanan, hêzên leşkerî û ewlekariyê, sazî û mecalisên Rêveberiya Xweser tev li meşê bûn.

Meş ji Çerxereya Selam a li bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên QSD`ê hatin hildan, û dirûşmên “Bijî berxwedana QSD`ê“ “yek e yek e gelê Sûriyê yek e“ hatin berzkirin.

Meş li Çerxereya Şehîd Xalid Osman ya li taxa Tay veguherî mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtinê serokê Meclisa Eşîra Tay Hesen Ferhan Ebdurehman El Tay axivî û da zanîn ku hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji berê de hevgirtî ye.

Ebdurehman El Tay got ew îro bi saya QSD`ê bi hezaran şehîd daye, li ser vê xakê bi aramî dijîn.

Ebdurehman El Tay diyar kir ku QSD` bi salan ji bo ku gelê xwe û xaka xwe biparêzin li dijî têkoşiya û fedakarî da. Di wê têkoşînê de xwîna Kurd, Ereb, Suryan û çerkesan têkelî hev bû.

Ebdurehman El Tay di dawiyê de anî ziman ku: “Em weke pêkhateyên Ereb ji vê derê piştgiriya xwe ji QSDˊê re nîşan didin. Em ê heya serkeftinê bi QSDˊê re bin."

(re/fr)

ANHA