Şêniyên Qamişloyê banga hevgirtinê kir 

Şêniyên Qamişloyê bang li pêkhateyên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bibin yek û diyar kir ku êrişên diqewimin hewldaneke dewleta Tirk a ji bo pêkanîna planên dagirkeriyê yên li Sûriyeyê ne. Her wiha hişyariya vegera çeteyên DAIŞ’ê jî dan.

Şêniyên Qamişloyê banga hevgirtinê kir 
6 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh li ser bajarê Helebê pêk anî û bajar desteser kir, bêyî ku hêzên hikumeta Şamê berxwedanê nîşan bidin. Her wiha beşên berfireh ên gundewarên bajarê Hemayê û Idlibê jî desteser kirin. Li herêma Şehbayê, bi hezaran şêniyên Efrînê li gel şêniyên Şehba û gund û bajarokên din ên gundewarên bakurê Helebê, koçber bûn. Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo parastina gel berxwedaneke qehremanî nîşan da.

Şêniyên bajarê Qamişloyê der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de axivîn û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo parçekirina Sûriyeyê û têkbirina projeya neteweya demokratîk dixebite. Şêniyan banga hevgirtinê û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir.

Fatima El Casim got: "Em pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga hevgirtinê û piştgiriya QSD’ê dikin, em li gel koçberên xwe ne, em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin wan û ji bo parastina vê xaka ku bi hezaran şehîd dane, em ê bibin yek.”

Fatima wiha dewam kir: "Dixwazin herêmên me dagir bikin û projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin. Dewleta Tirk Efrîn dagir kir, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, dixwaze projeya xwe ya dagirkeriyê temam bike û welatê me parçe bike û dagir bike.”

Ekrem Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dîroka Împaratoriya Osmanî dubare bike û projeya Mîsaqî Millî pêk bîne.

Mihemed her wiha got: “Projeya Rêveberiya Xweser weke projeyeke demokratîk li herêmê pêş dikeve, li hember vê projeyên terorê û dagirkeriyê li ser gelê me pêş dixin û bi van projeyan dixwazin hêviyên gelê me yên bi sedan salan têk bibin. Em ê dijminatiya tu kesî nekin û li hember her êrişekê li ber xwe bibin.”

Mihemed tekez kir ku: "Ev êriş ne tenê li dijî gelê Kurd in, her wiha li dijî Ereb û Suryaniyan e. Împaratoriya Osmanî ya ku 400 salan li herêmê desthilatdarî kir, bobelat bi ser gelên herêmê de anîn û heta niha jî ev gel êş û azara wan dikişînin.”

Ekrem Mihemed banga piştgiriya QSD’ê kir.

Ehmed Ebdo jî diyar kir ku çeteyên ku ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê pêk dihatin berê bi rêya Erdogan dihatin û niha jî Erdogan wan li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne da ku Rêveberiya Xweser û gelên herêmê têk bibe.

Ebdo hişyarî da û got: "Ev plan ne tenê li ser Sûriyeyê ye, lê li ser tevahiya mirovahiyê metirsî ye, ji ber ku bermahiyên DAIŞê ji bo tevahiya mirovahiyê xeter in. Em ê bi vîna xwe li dijî planên wan bisekinin û berxwedaneke mezin nîşan bidin, em ji bo vê yekê amade ne.”

(k)

ANHA