‘Rêber Abdullah Ocalan dikare rê li ber pirsgirêkan bigire‘

Şêniyên Tirbespiyê destnîşan kir ku serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û ew dikare pirsgirêkan çareser bike.

‘Rêber Abdullah Ocalan dikare rê li ber pirsgirêkan bigire‘
28 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên bajarê Tirbespiyê ji ajansa me re axivîn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girêdayî azadiya wî ya fîzîkî ye.

Berxwedan Silêman diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li herêmê bêne çareserkirin, divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî were azadkirin û got ew dikare van pirsgirêkan çareser bike.

Berxwedan Silêman destnîşan kir ku azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî û anî ziman ku ne tenê Kurd, di heman demê de hemû gelên ku dixwazin di nava aştî û wekheviyê de bijîn, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Xerma Elî jî da zanîn ji bo ku herêm ji şer û aloziyê derkeve, divê çareseriya siyasî were pêşxistin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê roleke girîng di vê çarçoveyê de bilîze.

Xermayê di dewama gotinên xwe bi bîr xist ku zêdetirî salek di ser Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bû û heta niha dewleta Tirk tu gav neavêtine û got: “Em dixwazin di demeke nêzîk de Rêberê me azad bibe."

Îsa Denho jî hêvî kir ku Rêber Abdullah Ocalan di demeke nêzîk de were azadkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêbertî bi fikir û ramanên xwe dikare rê li ber gelek pirsgirêkan bigire. Em ê her dem piştgiriyê bidin gavên ku Rêbertî diavêje."

(bb)

ANHA