Şêniyên Misyafê tayînkirina endamên Ofîsa Rêveber red kir

Şênî û çalakvanên bajarê Misyafê tayînkirina endamên Ofîsa Rêveber a nû ya meclisa bajar red kir.

Şêniyên Misyafê tayînkirina endamên Ofîsa Rêveber red kir
13 gulan, 2026   15:33
HEMA

Şênî û çalakvanên bajarê Misyaf ê parêzgeha Hemayê bi daxuyaniyekê têkildarî tayînkirina Ofîsa Rêveber a meclisa bajar nerazîbûna xwe anî ziman. 

Di daxuyaniyê de hate ziman ku hejmareke kesên ku di Ofîsa Rêveber de hatine tayînkirin, dosyayên wan ên fesadê hene û desthilatdariya xwe xirab bi kar tînin.

Her wiha hate gotin ku ew berê karmendên rejîma Baasê bûn û hinek ji wan ji heman malbatê ne û her tim kesên berê karmend bûn dîsa wan vedigerînin.

Di daxuyaniyê de tê rexnekirin ku çima li pêşiya ciwanan venakin û kadroyên nû nayên perwerdekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li parêzgarê Hemayê kirin ku berpirsyar nêzî vê pirsgirêkê bibe û kesên nû û xwedî tecrube di Ofîsa Rêveber de werin bicihkirin.

(np)