Şêniyên Kobanê çalakiyên gerîla silav kir

Şêniyên bajarê Kobanê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kirin û gotin, gerîla hêviya rizgariyê ye.

Şêniyên Kobanê çalakiyên gerîla silav kir
26 kanûn, 2023   09:09
KOBANÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên şoreşgerî yên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker li herêmên cuda yên Zapê di çend rojên dawîn de, 34 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin. 

Welatiyên bajarê Kobanê çalakiyên gerîlayan silav kir û got, gerîla hêz û baweriyê dide gelan. Welatiyê bi navê Sebrî Mehmûd got, gerîla bi van çalakiyên şoreşgerî hêz û baweriyê didin gelê herêmê da ku planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Kurdistanê têk bibin.

Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî têkçûna wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hewl dide tola xwe ji gelên herêmê hilîne û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî binesazî û sivîlan bi balafirên şer û yên bêmirov bombebaran dike.

Jina ciwan a bi navê Silava Nesan got: " Di rewşên hewayê yên dijwar de çalakiyên şoreşgerî yên gerîlayan tiştekî lehengî ye û baweriyê didin me ku em li hember dagirkerên Kurdistanê bisekinin."

Silava Nesan bang li gelê herêmê kir ku piştgiriyê bide gerîlayan û li hemberî şerê taybet têkoşînê xurt bikin. Silava Nesan got, gerîla hêviya rizgariya ji dagirkeran e.

Jina bi navê Yasmîn Îsmaîl destnîşan kir ku çalakiyên şoreşgerî yên gerîlayan nîşanên pêşîn ên serkeftinê di sala nû de ne û got: “Ji ber vê yekê divê  her kes ji serkeftinên gerîlayan li çiyayên Kurdistanê hêzê bigire û herêmên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.”

(mh)

ANHA