Şêniyên kantona Firatê şehîd Zinar Kobanê oxir kir
Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke biheybet şervanê QSD’ê şehîd Zinar Kobanê oxir kir.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê şervanê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) şehîd Zinar Kobanê (Şêxo Cimo) ê ku di 18`ê Hezîrana 2025`an li Qerarîşkê yê Kobanê şehîd bûbû de, bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dicle spart axê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl sersaxî ji malbata şehîd Zinar Kobanê re xweset û bejna xwe li hember darbestê şehîd tewand.
Bêrîvan Îsmaîl anî ziman ku şehîd Zinar bê dudilî û heta kêliya dawiyê têkoşîn dikir û got: "Şehîd Zinar Kobanê her tim li kêlek hevalên xwe di nava têkoşîn û berxwedanê de bû. Ji bo ku axa xwe biparêzin şervanên me heta kêliya dawî têkoşîn dikin. Em bi şehadeta şehîdên xwe serbilind in. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarê rêya wan bin."
Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mihemed Oso diyar kir ku ew ê şopdarê şehîd Zinar Kobanê bin, xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û got: "Em soza xwe ji bo giyanê şehîdên xwe nû dikin, ku em ê heta dawiyê li hemberî dijmin tê bikoşin û serkeftinê misoger bikin."
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin
Bi diruşmeyên "Şehîd Namirin" şehîd Zinar Kobanê hat oxirkirin.
(sş/fr)
ANHA