‘Durûtiya dewleta Tirk di mijara mafê hêviyê de aşkera ye’

Hiqûqnasan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di mijara mafê hêviyê de durûtiyê dike û Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî sereke bê par dihêle.

‘Durûtiya dewleta Tirk di mijara mafê hêviyê de aşkera ye’
26 îlon, 2024   03:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, bêyî ku girîngiyê bide qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan. Her wiha ew hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re qedexe dike û hemû daxwazên serlêdanê red dike.

Hiqûqnasên kantona Tebqayê destnîşan kir ku bêparhiştina ji mafê hêviyê hemû peymanên navneteweyî yên ku dewleta Tirk a dagirker bi xwe îmze kirine, binpê dike.

Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm wiha axivî: "Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê qanûnek bi navê qanûna ‘mafê hêviyê’ heye û ew ji aliyê gelek dewletan ve hat danîn û erêkirin, di serî de Tirkiye. Ew hewl dide xwe li ber çavê cîhanê û raya giştî wek piştgira mafên mirovan nîşan bide."

El Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ev qanûn li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk neanî, ji ber ku di encamê de ew ê were berdan û got: "Li gorî qanûnê Rêbertî hemû merc pêk anîne, wî 20 sal di girtîgehê de derbas kirine û temenê wî 70 sal derbas kiriye."

El Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya "cezayên dîsîplînî" yên ku her demekê ew wan dirêj dike, dek û dolaban bide meşandin û ji mafê hêviyê bireve û got: "Ev ceza ne di qanûnên Tirkiyeyê de ne. Êdî cîhan bi tevahî van lîstokan nas dike."

El Îbrahîm bang li civata navneteweyî kir ku van binpêkirinan ji gelê Tirkiyeyê û cîhanê re aşkera bike.

Hiqûqnas Ehmed El Xidir diyar kir ku cezayê muebbetê bêyî ku li gorî tu qanûnan were berdan, madeya 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike û wiha got: "Dîsa jî dewleta Tirk siyasetên xwe yên qirêj dide meşandin û hemû pîvan û qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dike. Li hemberî van sûcan jî bêdengiyeke navneteweyî ya bê sedem heye. Madem ku mafê azadiyê yê Rêbertî li gorî qanûnê heye, çima ev bêdengî?"

Ebdulhemîd El Xemrî bang li aliyên hiqûqî û qanûnî kir ku doz û daxwazên ji bo rêxistina mafên mirovan zêde bikin da ku qanûna mafê hêviyê were pêkanîn.

(mh)

ANHA