Şêniyên herêma Firatê şehîd Ciwan Kobanê oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Firatê şehîd Ciwan Kobanê bi merasîmeke biheybet li Goristana Şehîd Dîcle spart axê û şehîd Sîpan Avareş hat bîranîn.

11 kanûn, 2023   15:34
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê şervanê QSD’ê şehîd Ciwan Kobanê (Akif Ehmed) bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle spart axê. Her wiha şehîd Sîpan Avareş (Xeyrî Heyder) ku di 15’ê Sibata 2012’an de şehîd bûbû, bi bîr anîn.

Hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed di merasîmê de axivî û got: “Em sersaxiyê ji hemû şehîdên tevgera azadiyê re dixwazin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin. Şehîdan heya dawiyê gelê xwe parast, em ê jî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Îro careke din berxwedêr di zindanan de li ber xwe didin. Em berxwedana wan silav dikin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Cadir jî got: “Em ê xwîna şehîdan li erdê nehêlin û em ê xewnên şehîdan pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker her tim êrişan li ser herêmên me pêk tîne û dixwazin gelê me qir bikin. Lê gelê me xwedî fikir û felsefa Rêber Apo ye, em tu carî xwe lawaz nabînin û em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin.”

Bavê şehîd Sîpan Avareş Mihemed Heyder jî soza şopandina şehîdan da û got ew ê heta dawiyê şopdarên şehîdan bin û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbata wî re bi dawî bû.

(sş)

ANHA