`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Dêrikê di roja duyemîn de bi dawî bû. Di çalakiyê de peyama domandina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
`Kesek nikare têkoşîna me rawestîne`
11 kanûn, 2023   15:43
QAMIŞLO

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Dêrikê ku bi dirûşma "Em berxwedana girtîgehan silav dikin û bi rih û nirxên şehîdan Rêbertiya xwe azad bikin" ji aliyê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê hatî organîzekirin di roja duyemîn de bi dawî bû. Konê çalakiya greva birçîbûnê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarê Dêrikê hat vedan.

Bi dehan şêniyên bajar û gundewarên Dêrikê, şêniyên herêma Koçerat, endamên saziyên sivîl, meclis, Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Mamosteyan ên Dêrikê beşdarî çalakiya grevê bûn. Beşdaran elekên spî bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li xwe kiribûn. Di bin kon de pankartên bi nivîsên "Azadiya Rêbertî azadiya me ye", "Bijî Rêberê Neteweyê Abdullah Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe", "Rêber Apo sembola biratiya gelan û neteweya demokratîk e′′, "Azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelên bindest e" û "Berxwedan jiyan e" hatin daliqandin.

Di roja duyemîn a dawî de, endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Hesen Hemze axivî û got, dê çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin ta azaadiya wî pêk were. Her wiha got: "Tu kes wê nikaribe me jî têkoşînê bide aliyekî."

Rêveberê Meclisa Herêma Koçerat Lewend Qasim tecrîd, ′Cezayê dîsîplînê′ yên li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest ku dimildest rewşa wî ya tenduristiyê were aşkerakirin.

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Mihemed Ebdulezîz ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirinê têkoşînê kir.

Di çalakiyê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Nûrî Remedan fikarên xwe ji ber rewşa Rêber Abdullah Ocalan piştî erdheja ku 4′ê Kanûnê li Stenbolê pêk hatibû, anî ziman. Remedan bang li gelên herêmê kir ku bi xurt tev li çalakiyên bi daxwazên aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Endamê rêveberiya Meclisa Navçeya Dêrikê Mehmûd Kalî destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, rêya wan ronî kiriye û dê li hember siyasetên tecrîdê, li ser şopa wî ya demokratîk bin û armancên wî pêk bînin. 

Di çalakiyê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Enes Îdan helbestek li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di avakirina civakeke azad de got.

Di dawiyê de, endamê Însiyatîfa Gel Mihemed Seîd destnîşan kir ku li hember êrişên qirkirinê û siyasetên tecrîdê, îsrara wan a berxwedan û têkoşînê zêde dike.

Gelek şêniyên bajêr û gundewar, siyasetmedar û hiqûqnas û hin partî serdana çalakiyê kirin. 

Li gor endamên Însiyatîfa Gel çalakî wê sibe li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê berdewam bike ku dê  rojan bidome.

(bb-şx)

ANHA