3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya saziyên xwe ji sedî 75 projeya jinûve tamîrkirina pira nû ya Reqayê pêk anî û dê 3 meh din bikeve xizmetê.

3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
3 meh din pira nû ya Reqayê dikeve xizmetê
13 ÇILE, 2024   05:42
REQA
EHMED EL ESAF

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya Cotmeha 2022ˊyan de projeya jinûve tamîrkirina pira nû ya Reqayê da destpêkirin. Da ku zextê li ser pir û bendên din ên di navbera keviyên Firatê de sivik bike û xebata bazirganiya bejahî, çandî û veguhastinê hêsan be.

Gerînendeyê projeyê endazyar Îhab El Hamid der barê xehatên bi dawî kirine got xebatên li ser stûnên di nava avê de bi dawî bûne tenê ya dawî maye û xebitîna li ser wê jî tê kirin û dê heta 3 meh din proje bi dawî be.

El Hamid wiha domand: "Ji sedî 75 pir pêk hatiye."

Li gorî El Hamid, desteyê gerîngiyeke mezin da jinûve tamîrkirina pirê, lê ji ber zirarên mezin di stûnan de û nebûna alavên endazyariyê û bi sedema dorpêçê proje heta 4 mehên din dereng ma.

Îhab El Hamid di dawiya axaftina xwe de li ser derbaskirina astengiyan wiha got: "Diviyabû pirsgirêk û astengiyên li pêş xebatê bi dawî bûna, bi taybet stûnên pêdiviya wan a xebitîna di nava avê de hebûn. Lê bikaranîna alavên herêmî yên destpêkê mîna alava kolandina bîran hişt ku astengî derkevin û di dema xwe de pêk neyên."

(fr)

ANHA