Şêniyên Helebê şehîd Hogir û Reşîd oxir kirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û yê şervanê Hêzên Komandos defin kirin.

21 gulan, 2025   22:58
HELEB

Karwanê şêniyan ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bi rê ket û ber bi pakrewangeha li herêma Şiqeyêf ve çû.

Li wir pakrewangehê, rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih axivî û got her du şehîdan di oxira azadî û rûmetê de canê xwe feda kirin û wê têkoşîna wan heta pêkanîna demokrasiyê bidome.

Li aliyekî din jî rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fatme Mihemed got armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdekirina rûbera dagirkirinê ye, her wiha soza domandina têkoşînê û erkê parastina herêmê dubare kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Şêxo di 18'ê Gulanê de û şervanê Hêzên Komandos Hogir Heleb (Ebdurehman) di 15'ê heman mehê de şehîd bûn.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, piştre her du şehîd li pakrewangehê hatin veşartin.

(mh/fr)

ANHA