Şêniyên Helebê li ser girîngiya banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxandin

Beşdarên civîna berfireh a li bajarê Helebê girîngî bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan da û bal kişand ser guhertinên di helwesta navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan.

4 adar, 2025   19:27
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê civîneke berfireh ji bo şîrovekirina banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Di civînê de girîngî bi domandina xebatê li ser bingeha vê bangê hat dayîn.

Civîn li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf li dar ket û di civînê de şêniyên herdu taxan û endamên sazî, tevger û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewê Xemgîn bi kurtasî naveroka peyamê diyar kir û ew wekî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û got: "Rêbertî di banga xwe de bi hûrbînî rewşên heyî nirxandin."

Netewê Xemgîn wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan her tim banga aştiyê dikir û li ser wê bingehê li dijî siyasetên kuştin û dagirkeriyê tê koşiya. Hemû dewletên ku di komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de beşdar bûn di serî de Amerîka, îro piştî banga Rêber Abdullah Ocalan nêrîn û helwesta xwe ya li hemberî wî û tevgera me guherandin. Ev jî ji encamên berxwedan û îradeya Rêbertî ya li girtîgeha Îmraliyê ye."

Netewê Xemgîn li ser qonaxên damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û pêvajoyên aştiyê yên di dîroka wê de axivî û got: "Banga dawîn a Rêbertî xuya dike ku wî girtîgeh veguhastiye pergala azadî, demokrasî û diyalogê."

(mh)

ANHA