Şêniyên Girê Spî bi ser baregeha çeteyan de girt

Şêniyên bajarê Girê Spî bi ser baregeheke çeteyên dewleta Tirk a dagirker de girt.

Şêniyên Girê Spî bi ser baregeha çeteyan de girt
27 sibat, 2025   13:49
EYN ÎSA

Çeteyên "Polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk  a dagirker li bajarê Girê Spî qatilên du ciwanên ji eşîra El Bû Esaf diparêzin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa me,  ji eşîra El Bû Esaf bi dehan kes li hemberî parastina qatilan bi ser baregeha "polîsên leşkerî"  ve girt.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ciwanên qatil ji gundên Faris û Eziya yê başûrê Girê Spî ne.

(bb)

ANHA