Ji bo 3 pakrewanên Bendava Tişrînê merasîm

Ji bo şehîdên Berxwedan Bendava Tişrînê Delîl Rimêlan, Şervan Koçer û Şahîn Çilaxa merasîmeke hat lidarxistin.

Ji bo 3 pakrewanên Bendava Tişrînê merasîm
Ji bo 3 pakrewanên Bendava Tişrînê merasîm
Ji bo 3 pakrewanên Bendava Tişrînê merasîm
Ji bo 3 pakrewanên Bendava Tişrînê merasîm
Ji bo 3 pakrewanên Bendava Tişrînê merasîm
27 sibat, 2025   13:19
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şervanên QSD’ê Delîl Rimêlan (Casim Mihemed Remedan) û Şervan Koçer (Mîzer Qasim) yên ku 7’ê Çileyê û Şahîn Çilaxa (Udey El Xerawî) yê 14’ê Çileyê  li Bendava Tişrînê şehîd bibûn, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm bi beşdariya bi sedan kesî li qada Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtin, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîl Çilaxa axivî. Cemîl Çilaxa di axaftina xwe de behsa hevgirtina pêkhateyên herêmê kir û got: "Di xendeqên berxwedana li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de xwîna Kurd û Ereban tev li hev bûn. Hevgirtina me wê serkeftina me mîsoger bike."

Ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xêrkê jî anî ziman ku dê parastina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan bidomînin.

Piştî axaftinan wesîqeyên hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA