Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da

Şêniyên Firatê sersaxî dan malbata şehîd Zagros û destnîşan kirin ku heta rizgarkirina axa dagirkirî têkoşîn û berxwedana wan berdewam e.

Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da
Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da
Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da
Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da
Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da
Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da
Şêniyên Firatê soza şopandina rêya şehîd Zagros da
24 cotmeh 2023   17:11
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên herêma Firatê; Kobanê, Çelebiye û Eyn Îsayê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Zagros Besta bûn ku li gundê Koketb ê navçeya Çelebiye ya başûrê Kobanê li dar ketiye. 

Di merasîmê de, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li herêma Firatê Bekir Hac Îsa axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Hac Îsa destnîşan kir ku gelên resen berxwedan û têkoşînê didomînin û di oxira bidawîkirina zulmê û rizgarkirina axê de jî bi hezaran şehîdan dane.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî jî got: "Ciwanên me erkên xwe yên pîroz di çarçoveya parastina rewa de li hember siyaseta qirker a dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Kurdistanê tînin cih."

Eyşe Efendî soz da ku li ser xeta şehîdan bin, ta ku serkeftin pêk were û dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî bê derxistin û got di oxira azadiyê de amade ne berdêlên biha bidin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwestin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA