Li çolistana Himsê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

4 Leşkerên hikumeta Şamê li çolistana Himsê ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Li çolistana Himsê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
24 cotmeh, 2023   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku efserekî hikumeta Şamê yê ku duh di êrişa li bakurê bajarê Sexnê yê gundewarê Himsê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. 

Li gor pêşbiniyan îhtîmal heye çekdar, girêdayî şaneyên koma Lîwa El Baqir ên DAIŞ`ê bin. 

Bi vê daneyê re hejmara windahiyên êrişa li Sexnê gihaşt 4 leşkeran û 1 din jî birîndar bûye.

SOHR'ê diyar kir ku di encama operasyonên leşkerî yên li çolistana Sûriyeyê ji destpêka 2023'yan de 475 kes hatin kuştin.

(mh/şx)