Şêniyên Eyn Îsayê komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van komkujiyan, şermezar kirin. Şêniyan berxwedana şêniyan jî silav kir.

Şêniyên Eyn Îsayê komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
13 ÇILE, 2026   05:50
EYN ÎSA

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê bertekên tund li hemberî bêdengiya hêzên navnetewayî ya li hember komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li Şêxmeqsûd  Eşrefiyê kirine, dan.

Şêniya bi navê Medîne Muslim bal kişand ser berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li hemberî alava şer û kuştinê ya li dijî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û diyar kir ku çeteyan sûcên herî hovane li dijî sivîlan kirin.

Medîne Muslim bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan şermezar kir û destnîşan kir ku sûcên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dîtin, sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê kirine, tîne bîra wan.

Mihemed Mehmûd hedefkirina nexweşxaneyên tijî birîndar û bêrêziya li hemberî cenazeyan şermezar kir û da zanîn ku ev sûc li dij nirxên exlaqî û qaûnên navneteweyî ye.

Hedla Hec Muslim sûcê çeteyan a li hemberî cenazeyên şehîdên parastina Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê, her wiha bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî van êrişan şermezar kirin.

(b)

ANHA