Li ser rêya Şam-Siwêdayê astengiyên derbaskirina kelûpelan

Hikumeta demkî li ser rêya Şam-Siwêdayê ketin û derketina kamyonên kel û pelan qedexe dike.

Li ser rêya Şam-Siwêdayê astengiyên derbaskirina kelûpelan
12 ÇILE, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku hêzên hikumeta demkî li ser rêya Şamê-Siwêdayê qeyd û tedbîrên giran li ser tevgera kelûpelan ferz dike. Welatiyan destnîşan kir ku ev yek di çarçoveya girankirina dorpêçê de ye.

Li gorî şahidan, kelûpelên ku dikevin Siweydayê yan jî jê derdikevin, divê bi erêkirina Nivîsgeha Mistefa Bekûr be. Çavkaniyan anî ziman ku ev tedbîr di çend rojên borî de zêde bûne.

Şahidan da zanîn ku duh, kamyonên sêvan ên ku berê xwe ji Siwêdayê didan Şamê hatin vegerandin û kamyonên parçeyên erebeyan, dolab, tabloyên enerjiya tavê, betarî, ard û cureyên din ên bingehîn ku berê erêkirina wergirtibûn, dîsa hatin vegerandin.

Hat diyarkirin ku heta derbaskirina kamyona topên gaza oksojînê ku berê hatibû erêkirin jî hat qedexekirin.

(ac/fr)

ANAH