Peyama Rêber Abdullah Ocalan: Tevlîbûna hemû beşên civakê ji bo pêvajoyê pêdiviyeke jiyanî ye

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir got: “Birêz Abdullah Ocalan got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘tevlîbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”

Peyama Rêber Abdullah Ocalan: Tevlîbûna hemû beşên civakê ji bo pêvajoyê pêdiviyeke jiyanî ye
28 tîrmeh, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêber Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin, di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî, der barê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirin kir. Omer Ocalan ev tişt parve kir: “Îro, wekî malbatê li Girtîgeha Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê diparêze û got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘tevlîbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”