Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê biryarên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ şermezar kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Îsa û koçberên bajarê Girê Spî yê dagirkirî biryarên desthilatên Tirk li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ bi meşekê şermezar kirin.

Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê biryarên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ şermezar kirin
Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê biryarên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ şermezar kirin
Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê biryarên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ şermezar kirin
Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê biryarên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ şermezar kirin
Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê biryarên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ şermezar kirin
Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê biryarên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ şermezar kirin
19 gulan, 2024   21:54
EYN ÎSA

Meş ji pêşiya mizgefta mezin a navenda bajêr dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Cûdî ve bi rê ket. Li wir cîgirê hevseroketiya Meclisa Girê Spî Hezaa Mihemed biryarên bêhiqûqî li dijî siyasetmedarên Kurd di ˊDoza Kobanêˊ de şermezar kirin.

Mihemed têkoşîna gelan li dijî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û biryarên wê yên dermirovî yên bi armanca têkbirina îradeya berxwedanê di şexsê hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahetîn Demirtaş de, silav kir.

Her wiha Mihemed bêdengiya civata navneteweyî ya li hember biryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyên nêrîn û têkoşerên Kurd şermezar kir.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed soza şopandina rêya têkoşerên mîna Demirtaş û hevrêyên wî heta pêkanîna azadî û demokrasiyê da.

Meş bi siloganên "Bijî berxwedanan zîndanan" bi dawî bû.

(mh)

ANHA