Şêniyên El Hêşayê li dijî êrişan çek hilgirtin

Şêniyên bajarokê El Hêşe yê kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çek hilgirtin. Şêniyan got parastina herêmê erka her kesî ye.

Şêniyên El Hêşayê li dijî êrişan çek hilgirtin
31 kanûn, 2024   15:54
EYN ÎSA

Di çarçoveya bersivdayîna serferberiya giştî de, îro şêniyên bajarokê El Hêşa yê kantona Firatê, li ber meclisa bajarok kom bûn û daxuyaniyek da.

Şêniyên ku çek hilgirtibûn, diyar kir ku hemû şêniyên bajarok li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk di heman çeperê de ne. Her wiha diyar kirin ku ew ê li dijî hemû êrişan herêmên xwe biparêzin.

Şêniyan tekez kir ew ê li kêleka hêzên xwe yê leşkerî bin. Her wiha gotin parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka her kesî ye.

(k)