Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata şehîd Ceger Hesekê

Di merasîma sersaxiyê ya şervanê QSD'ê şehîd Ceger Hesekê de fedakariya şehîdan û rola wan di parastina herêmê û pêkanîna nirxên berxwedanê de hat silavkirin. Beşdarên merasîmê soza şopandina rêya şehîdan û fikrên Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata şehîd Ceger Hesekê
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata şehîd Ceger Hesekê
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata şehîd Ceger Hesekê
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata şehîd Ceger Hesekê
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata şehîd Ceger Hesekê
30 hezîran, 2025   17:19
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê û endamên saziyên sivîl, meclisên xwecihî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevgerên jinan û ciwanan berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ceger Hesekê. Konê sersaxiyê li gundê Xatûniyê yê bajarê Dirbêsiyê hat vedan.

Şehîd Ceger Hesekê (Mihemed Hesen Nicîm) di 28'ê Hezîranê de di dema pêkanîna erkê xwe de li bajarê Hesekê şehîd bû.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Amûdê, Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de fedakariya şehîdan û rola wan di parastina herêmê û rûniştandina nirxên berxwedanê de hat silavkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku êrişên li dijî herêmê nikaribûn îradeya gelan têk bibin, berevajî berxwedana gelan li hember hewldanên dagirkirinê bû bendavek.

Axêveran diyar kir ku heta pêkanîna serketinê ew şopdarê rêça şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Abdullha Ocalan in û ew bi israr in ku neteweya demokratîk ava bikin.

(mh/fr)

ANHA