Festîvala 6’an a Aştiyê ya Zarokan bi beşdariyek berfireh dest pê kir

Festîvala 6’an a Aştiyê ya Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi dirûşmeya "Rengên zarokatiyê aştiya li Sûriyeyê xêz dikin" dest pê kir. Di festîvalê de girse, beşdariyek berfieh û komên hunerî beşdar bûn.

30 hezîran, 2025   18:31
TEBQA

Bi dirûşma "Rengên Zarokatiyê aştiya Sûriyeyê xêz dikin" îro Festîvala 6’an a Aştiyê ya Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm, dest pê kir. Di festîvalê 550 zarok di nava 12 komên hunerî de beşdar dibin. Ev kom wê şano, stran, dîlan, arîtmetîka zihnî û helbestan pêşkêş bikin.

Di çalakiyê de nûnerên ji Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya kantona Tebqayê, endamên meclisên rêveber û qanûnsaz, nûnerên ji partiyên siyasî û meclisên sivîl û şêniyên kantonê amade bûn.

Paşê, hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Semer Şehabî axivî û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser mirovan, bi taybetî zarokan, dike navenda projeya xwe ya mirovî û şaristanî û got: "Ev festîval peyamek ku dibêje zarokatî heq dike ku di nava hezkirin, zanist û ewlehiyê de be û di jîngehekê de aştî hebe û hêviyan di ber çavan re bigire were mezinkirin."

Semer anî ziman ku ew pabend in ku zarokan biparêzin, perwerde bikin û wan li ser nirxên semîmî mezin bikin, da ku siberojek layiqî wan be were avakirin.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê Elî El Elaya diyar kir ku rengên zarokatiyê, bi hemû pêkhate û çandên wê, wê îro li ser dikê têkel hev bibin, da ku tabloyeke temsîla Sûriyeya pirreng dike, ava bikin û got: "Ji bo ku bi rêya wê em peyamekê bidin ku ev zarok siberoj in, bi huner û çandên xwe yên pirreng wê siberoja Sûriyeyê û aştiya wê ava bikin."

Di roja yekem a festîvalê de gelek huner hatin pêşkêşkirinperformans hatin pêşkêşkirin. Di destpêkê de pêşandaneke hunerî ya mezin ji bo zarokan bi navê "Emaneta bav û kalan" hat pêşkêşkirin. Ew pêşandan xwedî peyamên neteweyî ye ku daxwaza biratî, jiyana hevbeş, aştî û hezkirinê di nava pêkhateyên civaka Sûriyeyê de dike.

Dûre koma Meharat (Jêhatî) dîlan û şanoyek, koma Hilm El Xed (Xewna sibe) şano, koma Gupikên Firatê stran, koma Cîhana Zarokatiyê dîlan, komên Şitlên Efrînê û Ava Mezin ên Zarokan şano û dîlan, pêşkêş kirin. Çalakî bi arîtmetîka zihnî bi dawî bû.

Sibe êvarê çalakiyên festîvalê bi dawî dibin.

(ac/fr)