Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Kadûz li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê spart axê.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî QSD’ê oxir kir
6 gulan, 2026   16:06
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê îro cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Kadûz (Mehmûd Casim Marî) ku di 21`ê Çileyê de li ser rêya Reqayê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê spart axê.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelef axivî û got: "Şehîd Kadûz jiyana xwe ji bo welatê xwe da. Şehîd her tiştî didin gelê xwe û jiyana xwe ji bo doza gel feda dikin."

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê axivî û got: "Em sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Mehmûd re dixwazin. Em li ber mezinahiya vî şehîdî û hemû şehîdên azadiyê yên ku xwe ji bo wekhevî û azadiyê feda kiriye, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

Mihemed Marî yê birayê şehîd Kadûz jî li ser navê malbatê axivî û got: "Berî her tiştî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin. Ez bi serbilindî serê xwe ji bo birayê xwe bilind dikim û em soz didin dayikên şehîdan ku em ê tola şehîdên xwe hilînin.”

Pitşî xwendina belgenameya şehadetê, cenazeyê şehîd Kadûz bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(k)