Gelê Kobanê hewldanên guhertina navên bajar û gundan şermezar kirin

Şêniyên bajarê Kobanê hewldanên guhertina navên bajarê Kobanê û gundan ji kurdî bo erebî, şermezar kir.

Gelê Kobanê hewldanên guhertina navên bajar û gundan şermezar kirin
Gelê Kobanê hewldanên guhertina navên bajar û gundan şermezar kirin
Gelê Kobanê hewldanên guhertina navên bajar û gundan şermezar kirin
Gelê Kobanê hewldanên guhertina navên bajar û gundan şermezar kirin
Gelê Kobanê hewldanên guhertina navên bajar û gundan şermezar kirin
Gelê Kobanê hewldanên guhertina navên bajar û gundan şermezar kirin
6 gulan, 2026   15:24
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê li hember hewldanên guhertina navên bajarê Kobanê û gundên wê ji kurdî bo erebî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Qada Jina Azad bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr, xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê, ji hêla mamosteya zimanê kurdî ya Zanîngeha Kobanê Leyla Qehro ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Navê Kobanê nasnameya çandî û zimanî ye, sembola dîrokeke berxwedanê û qurbaniyên mezin e ji bo xelkê vî bajarî ku ji bo parastina rûmet û hebûna xwe bi hezaran şehîd dane. Her hewldanek ji bo jêbirin an jî guhertina vî navî êrişeke rasterast e li ser vê nasnameyê ye û bi tu hincetan nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de bang li li raya giştî û hemû hêzên neteweyî û navneteweyî hat kirin ku "berpirsyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin, ji bo ku dengê gelê Kobanê were bihîstin û maf û nasnameya wan were parastin.”

Piştî daxuyaniyê, şandeyeke şêniyên Kobanê çû Şaredariya Kobanê û bi şaredar û xebatkarên şaredariyê re hevdîtin kir.

Şandeyê diyar kir ku gelê Kobanê ji destpêka şoreşê ve di nava berxwedan û têkoşînê de bû, divê gelê Kobanê bi ziman û nasnameya xwe bijî û divê bi zimanê kurdî rûmeta gelê Kobanê were parastin. Şandeyê xwest hewldanên guhertina navê bajarê Kobanê û gundên wê werin rawestandin.

Şaredara Kobanê Gel Almaz Romî jî diyar kir ku divê gelê Kobanê bi ziman û nasnameya xwe bijî û ew ê vê daxuyaniya gel radestî hikumeta demkî bike.

(sş/k)

ANHA