Şêniyên Dirbêsiyê: Li dijî êrişan em li pişt QSDˋê ne

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kir ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Ii pişta QSDˋê ne.

Şêniyên Dirbêsiyê: Li dijî êrişan em li pişt QSDˋê ne
22 kanûn, 2024   20:53
HESEKÊ

Şêniyên bajarokên Til Kerem û Sêgir ên gundewarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Bi beşdariya pêkhateyên her du bajarokan û endamên meclis û saziyên sivîl daxuyanî li hola Îvan a bajarokê Sêgir ji aliyê welatî Îsmaîl Delif ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanc ji êrişên li dijî herêmê û hedefgirtina welatiyan têkbirina îradeya gelan û projeya Rêveberiya Xweser e.

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedan û fedakariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hember êrişan hat silavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de şêniyên her du bajarokan got ew li pişt QSDˋê ne û bang li şêniyên herêmê hat kirin ku asta berxwedanê li hemberî êrişan bilind bikin.

(mh/fr)

ANHA