Nûnerê Almanyayê yê ji bo Sûriyeyê têkildarî êrişên li dijî Kobanê hişyarî da

Nûnerê Almanyayê yê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck bal kişand ser bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Kobanê û gundewarê wê û got, "Dê encamên wan li ser welatiyan karesat bin û dê bandoreke neyênî ya xeternak li ser şerê navnedewletî ya li dijî terorê bike."

Nûnerê Almanyayê yê ji bo Sûriyeyê têkildarî êrişên li dijî Kobanê hişyarî da
22 kanûn, 2024   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Almanyayê yê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck li ser rûpela xwe ya fermî diyar kir ku bal kişand ser xeteriya rageşiya leşkerî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve. Schneck got, "Di peywendiyeke telefonê de bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re, li ser zêdebûna aloziyan li Kobanê û rêbazên guncaw ên sivikkirina rewşê, her wiha şerê di navbera QSDˋê û hêzên bi piştevaniya Tirkiyeyê de dê bandoreke mezin li ser welatiyan bike û dê bi xwe re bandoreke neyênî li ser şerê navndewletî ya li dijî terorê û xebata siyasî ya li Sûriyeyê bîne."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed ve, li dijî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet derdora Kobanê, êrişên hewayî û bejahî pêk tînin.

Herî dawî, di êrişên li gundê Cadê yê başûrê Kobanê de dayik û zarokeke wê şehîd bûn.

(mh/fr)

ANHA