Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Azad û Ciwan re xwest

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şervanên QSD`ê Azad û Ciwan Qamişlo re xwest ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker ê li bendava Tişrîn û Minbicê de şehîd bûbûn.

Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Azad û Ciwan re xwest
Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Azad û Ciwan re xwest
Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Azad û Ciwan re xwest
Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Azad û Ciwan re xwest
Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Azad û Ciwan re xwest
8 ÇILE, 2025   14:37
QAMIŞLO

Şevanê QSD`ê Azad (Mihemed Mistefa) di 4’ê Çileyê de li Minbicê şehîd bûbû. Ciwan Qamişlo (Mihemed Hemada) jî di 2’yê Çileyê de li bendava Tişrînê şehîd bûbû.

Ji bo sersaxiyê bidin malbatên her du şehîdan, bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê hatin ber Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li bajarê Dêrikê. Di merasîmê de rêvebera Kongra Star Wefa Elî bal kişand ser girêdana wan a bi xwîna şehîdan ve û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Wefayê her wiha got: "Divê em bi yekitî û birêxistinbûna xwe ya li ser bingehên biratiya gelan û jiyana hevbeş, destkeftiyên ku zarokên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wan canê xwe feda kiriye, biparêzin.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Hesen Hemza jî da xuyakirin ku bi saya Meclisa Malbatên Şehîdan a ku bi hezaran malbatên şehîdan hembêz dike, feraseta jiyana hevbeş û biratiya gelan ava bûye.

Hemza banga piştgiriya QSD’ê û bilindkirina asta têkoşînê kir.

Merasîm bi xwendina belgenameyên her du şehîdan û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

(k)