Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da

Şêniyên ku sersaxî da malbata şehîd Mazin Şêx soza şopandina rêya şehîdên azadiyê, tolhildana wan û pêkanîna yekitiyê ji bo avakirina jiyaneke birûmet û azad, da.

Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
Şêniyên Dêrikê soza şopandina rêya şehîd Mazin Şêx da
31 ÇILE, 2024   17:44
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê û endamên saziyên sivîl, Kongra Star û partiyên siyasî ji bo sersaxiya şehîd Mazin Şêx berê xwe da konê sersaxiyê yê li gundê Zuhêriyê yê Dêrikê yê kantona Cizîrê.

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mazin Şêx di 29'ê Çileyê de di dema pêkanîna erkê xwe de li Dêrazorê şehîd bû.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Yûsif sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan û tolhildana wan bi rêya pêkanîna yekitiyê û têkbirina dijmin, da.

Her wiha, şervanê Hêzên Parastina Gel (YPG) Xalid Hesen got: "Şehîd Mazin xwedî ruhekî hevaltiyê yê xurt bû û di gelek pêngavên têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker de beşdar bû û heta dawiyê ji bo doza gelê xwe tê koşiya."

Hesen soza şopandina rêya şehîdên azadiyê nû kir.

Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiye Yûsif soza pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk di nav gelan de, da.

Endamê Meclisa Berav Hesen Hemze wiha axivî: "Malbata şehîd ji bo azadiyê û parastina rûmeta gelên herêmê kedek mezin da."

Hesen soza şopandina rêya şehîd heta têkbirina planên dijmin û pêkanîna armancên jiyana azad nû kir.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(mh)

ANHA