Xelkê Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ciwan re xwest

Xelkê kantona Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ciwan Minbicê ku tevî 4 hevrêyên xwe di êrişa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû û got ew ê têkoşînê bidomînin û piştgiriyê bidin gerîla.

31 ÇILE, 2024   17:09
MINBIC

Bi sedan xelkê Minbicê sersaxî da malbata gerîlayê HPGˊê şehîd Salih Tewfîq El Maşî (Ciwan Minbic). Ciwan Minbic tevî 4 hevrêyên xwe di êrişa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, komîte û saziyên girêdayî wê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên ciwanan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn. Merasîm li gundê El Maşî ya li başûrê kantonê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Xeta Til Hozan Ehmed El Hisên axivî û wiha got: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin dikevin xana sûcên şer; binesazî tên wêrankirin û aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wêrankirin."

Endama rêvebera HPCˊê ya kantonê Heyhat El Salim jî axivî û wiha got: "Şehîd hişt ku wateya jiyanê hebe û bi xwîna xwe sînorên welatan nexşe kir."

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Silêman axivî û wiha got: "Şehîd Salih red kir ku di civakeke tê de azadî û wekhevî tune ye de bijî û rêya azadiyê hilbijart û berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê."

Dûre birayê şehîd Ciwan Mûsa El Maşî axivî û wiha got: "Şehîdê me şehîdê we ye û em bi şehadeta wî serbilind in. Ji ber ku di oxira xakê û gelê xwe biparêzin de canê xw da."

El Maşî wiha domand: "Ev ne cara yekê ye em şehîdan didin û ne cara dawiyê ye, em hemû projeya vê dozê û vê fikrê ne; fikra biratiya gelan û neteweya demokratîk. Em bang li tevahî welatiyan dikin ku li ser soza xwe bin û tola şehîdan hildin. Em malbata şehîd Ciwan soza xwe nû dikin û em nahêlin tu kes xaka me dagir bike."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwe û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA