Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû

Bi dirûşma "Bi hêza civaka rêxistinkirî em ê demokrasî, azadî û dadmendiya civakî xurt bikin" îro li Reqayê  konferansa 1'emîn a damezirîner a Konfedrasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket.

Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû
31 ÇILE, 2024   18:19
REQA

Di konferansê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meclis û komînan beşdar bûn.

Di serî de li ser navê Rêveberiya Xweser, cîgirê hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk Hemdan El Ebid lidarxistina konferansê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

El Ebid wiha axivî: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek sereke ji Sûriyeyê ne. Ji ber ku em xwedî nirxû rêgez û hevgirtî ne şerê me tê kirin."

Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Receb El Muşrif bixêrhatina beşdaran kir û got: "Bi navê MSD'ê em lidarxistina vê konferansê pîroz dikin û hêvî dikin ku encamên wê li gor dirûşma wê be û mafê her kesekî di civakê de bigihînê."

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endamê komîteya amadekar a konferansê Casim El Ebdullah ve hatin xwendin.

El Ebdullah got: "Fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelên bindest dike, bi rastî jî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya berhem û pirtûkên xwe gelek maskên li ser rûyên dewletên kapîtalîst anîn xwarê."

Piştre reşnivîsa konfedrasyonê hat xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin û erêkirin.

reşnivîs ji 18 madeyên têkildarî rêxistinên civaka demokratîk pêk tê.

Her wiha Cîhad Hesen Mihemed û Nisrîn Hesen wek hevserokên konfedrasyonê hatin hilbijartin. 120 endamên yekitiyên girêdayî konfedrasyonê jî hatin hilbijartin û soz li pêşiya beşdaran hat dayîn.

Di dawiya konferansê de daxuyaniyek ji aliyê Nisrîn Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêxistinên civaka demokratîk dê roleke pêşeng di rêxistinkieina civakê û xurtkirina îradeya civakî de bilîzin û di biryarên meclisên gel û meclisên desteyan ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de beşdar bin. Bi vî awayî jî pergala konfederaliya demokratîk li gor pêdiviyên vê qonaxê û ji bo xwedîderketina li fedakariya gel ji 13 salan de, xurt dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de soza pêkanîna armancên şehîdan hat dayîn.

(mh)

ANHA