Şêniyên Dêrazorê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Yekitiyên civaka demokratîk ên kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û banga piştgiriya Rêveberiya Xweser kir.

Şêniyên Dêrazorê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
2 hezîran, 2024   17:50
DÊRAZOR

Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêxistinên Civaka Demokratîk a herêma Meamil a Dêrazorê ji aliyê hevseroka Yekitiya Belênderan (Miqawil) Zubeyde Enter ve hat xwendin. Li wir nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên civaka demokratîk û komîteya jinan beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de êrişa dawîn a li dijî tîmên Heyva Sor a Kurd dema ku wan hewl dida şehîd û birîndaran ji cihê êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker rakin, hat şermezarkirin û hat gotin ku ew êriş nîşana hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê dide.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civîna eşîran a li Hesekê girêdana gelan bi Rêveberiya Xweser ve nîşan dide û gelek alî ji ber projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a ku Rêber Abdullah Ocalan daniye, şerê herêmê dikin, li hember van êrişan jî, şênî ji berê bêtir xwedî li Rêveberiya Xweser derdikeve.  

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya li hember hovîtiya dewleta Tirk, hat şermezsarkirin.

(mh)

ANHA