Li Tebqayê gelek firoşkarên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan li kantona Tebqayê gelek firoşkarên nakrotîkê girtine.

Li Tebqayê gelek firoşkarên narkotîkê hatin girtin
2 hezîran, 2024   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzê pêncşemê (30'ê Gulanê) gelek firoşkarên nakrotîkê li deverên cuda yên kantona Tebqayê girtine.

Navendê diyar kir ku piştî xebatên şopandinê, firoşkar di kemînan de hatine girtin  û madeyên bi wan re hatin desteserkirin.

Navendê destnîşan kir ku kesên hatine girtine, di lêpirsînan de li xwe mikur hatine û piştî bi dawîkirina xebatên lêpirsînê sewqî dozgeriya giştî hatine kirin.

(mh)