Li Tirbespiyê 80 donim zeviyên genim şewitî

Di encama çîkê kehrebeyê de agir bi 80 donim zeviyên genim ên bajarê Tirbespiyê ket. Tîmên agirkujiyê û şênî şewat vemirandin.

Li Tirbespiyê 80 donim zeviyên genim şewitî
2 hezîran, 2024   18:00
QAMIŞLO

Agir bi zeviyên gundê Şîbaniyet El Dendeh ê bajarokê Til Marûf ê bajarê Tirbespiyê ket. 

Nûçegihanê me da zanîn ku di encama çîkê kehrebeyê de agir bi zeviyan ketiye û di encamê de 80 donim zeviyên genim şewitiye, lê belê tîmên agirkujiyê û şênî destwerdan li şewatê kiriye û vemirandiye û nehiştiye firehtir bibe.

(mh)

ANHA