Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin

Şêniyên kantona Dêrazorê bi meşekê komkujiyên ku çeteyan li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirine, şermezar kirin.

Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
13 ÇILE, 2026   16:00
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd  meşek li dar xist. Meş bi dirûşma "Bi xwîna gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em dîrokê dinîvisin û mezhebperestiyê ji kokê radikin" hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li meşê bûn.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina êrişan û teqeziya li ser yekbûna çarenûsa gelê Sûriyeyê ji pêşiya avahiya Meclisa Rêveber dest pê kir.

Girseya meşê li Çerxerêya Meamil sekinî û mîtîngek hat lidarxistin. Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl axivî û got: "Gelê Sûriyeyê, heya kengî? Ma gelo dema diyalogan nehat? Şer rawestînin. Sûriyeyî dê bi destê xwe destûra xwe binivîsin. Xwîna sûriyeyiyan li ser sûriyeyiyan heram e. Eger berdêla azadiyê xwîn be, em ji bo Sûriyeyê feda ne."

Rêvebera Koordînasyona Jinan a Zenûbiya Seher Mistefa jî anî ziman ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xelekeke zincîra sûcên birêxistinkirî ne ku ewlehiya herêmê û projeya jiyana hevbeş dikin armanc.

Hevserokê Meclisa Olî ya Kantona Dêrazorê Îd El Elwan jî bang kir ku ha ji fitneyan hebe û nirxên exlaqî û mirovahiyê biparêzin. El Elwan bi domdarî got: “Ev çi serketin e ku li ser cenazeyên xwişk û birayan tê avakirin. Bang li hemû aliyan dikin ku mejiyên xwe kontrol bikin û li ser maseya diyalogan rûnin. Diyalog rêya xilasiya Sûriyeyê ye."

Di dawiya mîtîngê de daxuyaniyek hat dayîn û hate gotin:

"Em piştgiriya xwe bi şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd re radigihînin. Em piştgiriya mutleq bi pêkhateyê Kurd û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên ji ber siyasetên dagirkeran û çeteyên wê mexdûr bûne re nîşan didin. Xîtaba kîndariyê, şerê mezhebî red dikin û bi vebijêrka Sûriyeya demokratîk a nenavendî ve ku mafên hemûyan mîsoger bike, girêdayî ne."

(b)

ANHA