Di teqîna li Ezazê de 9 kes hatin kuştin

Di teqîna duh a li bajarê Ezazê de, 4 çete û 5 sivîl hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn.

Di teqîna li Ezazê de 9 kes hatin kuştin
8 tebax, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê di navbera bajarê Ezazê û Efrînê de li nêzî benda kontrolê ya Şet a çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ ên dewleta Tirk a dagirker wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku di encama teqînê de 4 çete û 5 sivîl hatine kuştin û 13 kesên din birîndar bûne.

(bb)

ANHA