Şêniyên Çilaxa û Aliyan: Cejnên me çand û dîroka me ne

Ji bo bersivdana biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku cejna Newrozê û cejnên neteweyên din wekî rojên fermî nas nekirine, xelkê bajarê Çilaxa û gundên Aliyan agirê Newrozê dada.

13 cotmeh, 2025   22:11
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Çilaxa û gundên Aliyan bi pêxistina agirê Newrozê li qada mizgefta gundê Dêrna Axê yê bajarokê Kîşk ê Çilaxa biryara hikumeta veguhêz a nenaskirina cejnên neteweyî yên pêkhateyan şermezar kir.

Di çalakiyê de şêniyên bajêr û gundewarê wî, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî û partiyên siyasî bi cilûbergên xwe yên folklorî amade bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Înîsiyatîfa Gel a Çilaxa ku çalakî organîze kiriye Feysel Hesen li ser biryarnameya 188ˊan a hikumeta veguhêz axivî û diyar kir ku ev biryarname di çarçoveya siyaseta dûrxistin  paşguhkirinê ya li dijî pêkhateyên Sûriyeyê hatiye dayîn.

Hesen got ew biryarname temsîla wan nake û ji fikra desthilat a ku ji siyaseta Baasˊê ne dûr pêk tê.

Hesen diyar kir ku armanc ji vê çalakiyê ew e ku tu kes nikare wan ji pîrozkirina cejnan, girêdana bi çandê ve bi bûr bixe. Ji ber ku ew hebûn, destkeftî û fedakariyên şehîdan nîşan didin.

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan agirê Newrozê pêxistin, stranên hatin gotin û dîlan li dora agir hat gerandin.

(mh/fr)