Şengalî vedigerin warê xwe

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên ji bo girtina kampên penaberan yên li nav Herêma Kurdistanê de, ji Silêmaniyê 734 koçber vegeriyane Şengalê.

Şengalî vedigerin warê xwe
30 hezîran 2024   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikumeta Iraq ya ji bo girtina kampên penaberan yên li Herêma Kurdistanê, ji sînorê Silêmaniyê 734 koçber vegeriyan ser cih û warên xwe yên li Şengal, Nînova û Selahedînê.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo koçberên vegeriyane alîkariya darayî hatiye dayîn, li rexa vê jî kel û pelên nav malê jî bi ser wan hatiye belavkirin.

Hêjayî gotinê ye koçberên ji nav kampên Başûr vedigerin Şengalê, ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê ve tên pêşwazîkirin û Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariya wan dike. Xelkê vediger, bi pêşwazîkirina Rêveberiya Xweser kêfxweşe.