Ji ber êrişên balafirên şer şewat derket

Balafirên şer yên dewleta Tirk bajarokê Dêrelokê bombebaran kirin û ji ber êrişê agir bi zeviyan ket.

Ji ber êrişên balafirên şer şewat derket
30 hezîran 2024   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên balafirên şer li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin, 

Di 24 saetên de dewleta Tirk ya dagirker 7 caran bajarokê Dêrelok ya ser bi Dihokê bombebaran kir. di encama êrişên dewleta Tirk ya dagirker de agir bi zeviyan ket.

JI ber êriş û dagirkeriyê, xelkê herêmê bêzar bûye û ji raya giştî dixwazin xwedî helwest bin. Tevî êriş û dagirkeriya berçav jî, deng ji hikumeta demborî ya Herêma Kurdistan û Iraqê dernakeve.