Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê: Revandina Silêman Ehmed sîstematîk e

Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê revandina rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed şermezar kir û xwest yekser aqûbeta wî were aşkerakirin.

Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê: Revandina Silêman Ehmed sîstematîk e
29 cotmeh, 2023   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Mihemed Ehmed roja 25′ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ji wê demê ve agahî jê nayên wergirtin.

Der barê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de, yek ji berpirsên Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê Dr.Erade Ciburî ji Rojnews re axivî û got: “Em revandina rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed ku edîtorê beşa Erebî ya Rojnews’ê ye şermezar dikin. Em daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku çarenûsa wî aşkera bikin.”

Dr.Erade Ciburî diyar kir ku hewldanên bêdengkirin û revandina rojnamevanan li Hewlêr û deriyên sînorî yên di jêr kontrola PDK’ê de ne, zêde bûne. Ciburî got, revandina Silêman Mihemed Ehmed sîstematîk û ne yasayî ye.