Sersaxî ji bo malbata şehîd Awaz Çiya hat xwestin

Bi dehan Xelkê herêma Firatê sersaxî da malbata şervanê QSD`ê şehîd Awaz Çiya (Dijwar Îsa).

Sersaxî ji bo malbata şehîd Awaz Çiya hat xwestin
Sersaxî ji bo malbata şehîd Awaz Çiya hat xwestin
Sersaxî ji bo malbata şehîd Awaz Çiya hat xwestin
Sersaxî ji bo malbata şehîd Awaz Çiya hat xwestin
29 cotmeh, 2023   13:44
Kobanê

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Awaz Çiya ku demeke berê di encama qezayekê de li Kobanê birîndar bibû, 27`ê Cotmehê li nexweşxaneyeke bajarê Minbicê şehîd bû.

Konê sersaxiyê li gundê Bîrê Remê yê rojavayê bajarê Kobanê hat vedan.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endamê endamê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Ehmed Xoce axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd Awaz Çiya re dixwazin û bejna xwe li hember malbatên şehîdan ditewînin. Şehîdan bi hêzeke mezin li ber xwe da û heta dawiyê bi soza xwe re wefedar bûn. Gelê Kurd xwediyê hêz û îradeyeke mezin e. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û em ê tola wan ji dijmin hilînin.”

Piştî axaftinê wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(eş/c)

ANHA