Semîh Şiqêr: Em ji bo pîrozbahiyên vê cejna taybet li vir in

Hunermendê Sûrî Semîh Şiqêr tevî koma xwe ya mûzîkê gihîşt Qamişloyê ku beşdarî pîrozbahiyên Cejna Newrozê bibe û got: "Em ji bo pîrozbahiyên vê cejna taybet li vir in."

Semîh Şiqêr: Em ji bo pîrozbahiyên vê cejna taybet li vir in
20 adar, 2025   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Semîh Şiqêr diyar kir ku huner roleke xurt di geşkirina yekitiya niştîmanî û avakirina siberojeke baş ji bo Sûriyeyê dilîze, ji ber ku çand û huner amûrên herî xurt ên derbirîna nasnameya hevbeş û derbaskirina nakokiyan e.

Semîh Şiqêr yek ji hunermendên Sûriyeyî yê herî navdar e. Şiqêr û koma xwe ya mûzîkî bi hunerên xwe beşdarî pîrozbahiya Newroza Qamişloyê dibin.

Semîq Şiqêr der barê beşdariya xwe û komê li Newroza Qamişloyê de got: "Em ji bo pîrozbahiyên vê cejna taybet li vir in û dostên xwe yên Kurd û tevahî Sûriyeyiyan bi vê boneyê pîroz dikin."

(fr)

ANHA